Li taxa Zeredeşt a Serêkaniyê teqînek pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322943-li_taxa_zeredeşt_a_serêkaniyê_teqînek_pêk_hat
Îro Çarşemiyê li taxa Zeredeşt a bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya. Li gorî agahiyên destpêk kuştî û birîndarên çeteyan hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2021 12:25 Asia/Tehran
  • Li taxa Zeredeşt a Serêkaniyê teqînek pêk hat

Îro Çarşemiyê li taxa Zeredeşt a bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî erebeyeke bombebarkirî teqiya. Li gorî agahiyên destpêk kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyên herêmî yên bajarê Serêkaniyê ji nûçegihanê ajansa ANHA'yê re ragihandin ku beriya çend kêliyan li nêzî avahiya nifûsan a li taxa Zeredeşt a bajarê Serêkaniyê yê dagikirî, teqînek pêk hat.

Çavkaniyan destnîşan kir ku li gorî agahiyên destpêk di teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan hene, lê agahiyên li ser hejmara wan hîna negihaştine ber dest.

Çavkaniyan her wiha dauxyand ku ji sivîlan qurbanî çênebûne.