Di êrişa terorîstî ya DAIŞê de li Sûriyê ser otobasekê 28 kes hatin kuştin
Dezgehên çapemenî medyayê yên Sûriyê ragihand ku di encama êrişa terorîstên DAIŞê ya li ser rêya Dêrazor-Tedmurê de ser otobasekê 28 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Kanala Sana ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand: "Nêzî saet 16:00’an piştî nîvro, êrişeke terorî li dijî otobasekê li ser rêya Dêrazor-Tedmurê ya li herêma Kebacibê pêk hat, di encamê 28 şênî şehîd bûn û 8 birîndar jî bûn."
Wêneyên hatine weşandin nîşan didin ku otobas bitûm şewitiye.
Hîn derbarê hûrgiliyên vê êrişa terorîstî tişteknehatiye weşandin.
Li aliyekî din ve Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) a ser bi oposesiyona sûrî, îdia kir ku çeteyên DAIŞ’ê kemînek ji 3 basên veguhastina endamên hêzên hikumeta Şamê re li beyar Şola ya li ser rêya Humis-Dêrazorê danîn û êrişî ser otobasa wan kir ku di encamê de 30 kes kuştin û 15 kes jî birîndar kirin.