Li Eyn Îsa di navbera HSD û grûpên çekdar de şerekî dijwar derket
Li derdora Eyn Îsa şer di navbera şervanên HSD û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derket.
Li derdora bajarokê Eyn Îsa şeva borî, şer û pevçûn di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çeteyên girêdayî Tirkiyê de derketin.
Çeteyên Tirkiyê hewl dan ku derbasî herdu gundên Mişêrfe û Cehbel bibin. lê belê HSDê rê li pêşiya derbasbûna wan bo nav van du gundan girtin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, şer û pevçûn herî dijwar li nêzîk gundê Mişêrfe li rojhilatê Eyn Îsa derketine.
Tevî ku grûpên çete ragihandibûn ku wan herdu gundên Mişêrfe û Cehbel kontrol kirine, lê heta niha şer û pevçûn li ser herdu gundan derdikevin.
Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çeteyan, wê demê ev tê wê wateyê ku rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qut dibe.
Bajarokê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye, 66 kîlometran li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e, ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdaran de ye.
Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Herêma Cizîrê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.
Niha bazarek li ser Eyn Îsa heye, Rûsya pêşniyar dike ku hêzên HSD 2 kîlometreyan ji Eyn Îsa vekişin, rêveberiyên wî bajarî weke xwe bimînin.
Grûpên çete yên alîgirên Tirkiyê jî 4 kîlometreyan ji rêya M-4 vekişin. Lê Tirkiyê bi wê pêşniyarê razî nebû, danûstandin derbarê wê navçeyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de, berdewam in.