Kanûn 25, 2020 11:05 Asia/Tehran
  • Şandeya belçîkî bi rayedarên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûrtiyê re hevdîtinek pêk anî

​​​​​​​Berpirsekî Daîreya Têkiliyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûrtiyê got ku hevdîtina bi hikumeta belçîkî re di çarçoveya rêzeserdanên hikumetên Ewropa ji herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê de pêk hatiye. Serdan bi armanca naskirina rewşa herêmê çêdibin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawarnewsê (ANHA), Têkildarî hevdîtina rayedarên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûrtiyê bi hikumeta belçîkî ya li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûrtiyê Fener El-Giêt axivî.

Çarşema derbasbûyî şandeya belçîkî di dergeha Sêmalkayê re ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de derbasî herêmê bû, piştî şandeya belçîkî gihaşt avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Qamişlo her du alî li hev civiyan.

Şandeya hikumeta belçîkî ev cara 3`emîn ku serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine û di vê mehê de ev cara duyemîn e, ji ber ku 23`yê Sibatê heman şandeyê û rojnemevanên belçîkî serdan kiribûn.

Şandeya belçîkî ji balyozê belçîkî yê li Amman Cowen Steffenner û gerînendeyê Hevpar ê alîkariya balyozxaneya Johan Cassir pêk dihat.

Li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûrtiyê Ebdulkerîm Umer û cîgirê wî Fener El-Giêt, Ebîr Êliya, Nûnera Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûrtiyê ya li Ewropa Mizgîn Ehmed û cîgirên Serokatiya Desteya Jinan Evîn Qafûr û Belqîs Hemendî pêşwaziya şandiyê kirin.

Fener El-Giêt destnîşan kir hevdîtin di çarçoveya rêzeserdanên şandeyên Ewropa ji herêmê re pêk hatiye, da ku rewşa herêmê bişopînin û geşedanên dawîn ên siyasî û leşkerî ji nêz ve bibînin.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Karên Derve yê Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt got ku di hevdîtinê de behsa gelek aliyên aloziya Sûriyê kirin, her wiha behsa rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine ku rastî xeteriyan tên nexasim ku dewleta Tirkiyê her tim êrişî herêmên wan dike.

Fener El-Giêt anî ziman ku wan behsa bandora êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa xizmetguzariyê, rewşa kampên ku malbatên DAIŞ`iyan lê ne, rewşa tenduristiyê, rewşa herêmê ji aliyê civakî, siyasî û aborî kirine.

Şandeya belçîkî zarokekî 9 salî bi xwe re anîbûn avahiyê, ev zarok bi eslê xwe belçîkî ye û ji kesên ku li kampa Holê diman bûn. Di dawiya hevdîtinê de şandeyê berê xwe bi dergeha Sêmalkayê vekir û bi vî şeklî serdan bi dawî bû.

Serepeyv