Artêşa Tirkiyê careke din taxên Eyn Îsa topbaran kir
Îşev careke din artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, bajarokê Eyn Îsa yê bakurê Sûriyê topbaran kirin û beşek ji xelkê wê dest bi koçberiyê kir. Berdevkê HSDê Kîno Gabriel jî dibêje li hinek navçeyan hemahengiya wan ligel hêzên hikûmeta Sûriyê heye.
Li gor nûçegihanê Rûdawê li Qamişli piştî aramiya rewşa Eyn Îsa heya seet 20.00 jî, Artêşa Tirkiyê ji nû ve taxên bakurê bajarokê Eyn Îsa topbaran kir.
Rûdawê diyar kir ku piraniya gundên li ser xeta şer vala bûne ku piranî jî Kurd in, niha ew di nav Eyn Îsayê aware ne.
Grûpên çekdar û çete di heftiyekê de hewl dan 3 caran derbasî nav bajarokê Eyn Îsayê a bibin, lê rê li wan hatiye girtin.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriel jî têkildarî rewşa Eyn Îsayê de ragihand ku ew kar dikin bo aramiya navçeyê, lê tekez kir ku hêzên wan bo berevaniyê di ber navçeyê de amade ne.
Kîno Gabriel got ku gelek rêkeftin hatine kirin, lê Tirkiyê wan rêkeftinan binpêk dike, tekez kir ku wan gelek caran êrîşên Tirkiyê û çekdarên wê rawestandine.
Gabriel herwiha diyar kir ku peywendiyên wan ligel aliyên xwedî bandor hene û got ji Amerîka û Rûsiya tê xwestin givaşê li Tirkiyê bikin ku topbaranan rawestîne.
Berdevkê HSD Kîno Gabriel got: “Ew rêkeftinên ku beriya salekê û vir de hatine îmzekirin, bi taybet ên navbera Tirkiyê û Amerîka li aliyekî û Tirkiyê li Rûsya li aliyekî din, berpirsyartiyê dide Amerîka û Rûsiya da ku fişarê li Tirkiyê bike û binpêkirin û topbarana xwe rawestîne. Peywendiyên me bi hemû aliyan re heye, û em li ser arambûna navçeyê kar dikin, lê... em amade ne, berevaniyê bikin û bersivê bidin çawa ku me heya niha dijî her êrîşeke şeteyan kiriye.”
Kîno Gabriel herwiha anî ziman ku li hinek navçeyan hemahengiya wan ligel hêzên hikûmeta Sûriyê heye