Kanûn 19, 2020 08:44 Asia/Tehran
  • Bakurê Sûriyê - Hêzên Ewlekariya Hundirîn 46 kesên bersûc girtin

Li Bakurê Sûriyê - Hêzên Ewlekariya Hundirîn 46 kesên bersûc girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê di operasyoneke paqijkirinê de 46 kes ku ji bo edaletê dihatin xwestin, girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên me sehera roja Înê 18'ê Kanûnê, di operasyoneke berfireh a paqijkirinê de hejmarek mezin a kesên ku bi tawanên cuda ji aliyê hêzên me ve dihatin xwestin, girtin.

Hemû beşên hêzên me yên ewlehiyê; Hêzên Asayîşa Jinê, Hêzên Operasyon û Hêzên Taybet (HAT) beşdarî operasyona paqijkirinê ya li herêmên gundewarên rojhilatê bajarê Qamişlo û gundên navçeya Tirbespiyê bûn, da ku kesên ku sûc pêk anîne û ji bo edaletê têne xwestin bigirin.

Bi koorîndeyeke rasterast bi Dadgeha Giştî û meclisên Edaleta Civakî re, operasyona paqijkirinê saet 04:00'ê destê sibê dest pê kir. Di encamê de hêzên me 46 kesên ji bo edaletê dihatin xwestin, girtin.

Hêzên me di girtina kesên ji bo edaletê têne xwestin û parastina ewlehî û aramiya herêmên me de berdewam in."

 

Serepeyv