Kanûn 18, 2020 10:05 Asia/Tehran
  • Li bakurê bajarokê Eyn Îsayê yê bakurê Sûriyê  şerekî giran destpê kir

Artêşa Tirkiyê û grûpên çete şeva bihorî li bakurê bajarokê Eyn Îsa êrîşeke berfireh bo ser binkeyên Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) destpê kirin û du gund dagir kirin.

Şeva borî komên terorîst û çete yên girêdayî Tirkiyê bi berfirehî êrîşî bakurê Eyn Îsa li bakurê parêzgeha Reqayê kirin û piştî şer û pevçûnên giran li gel HSDê, herdu gundên Cehbel û Muşêrfe li gundewarê Eyn Îsayê kontrol kirin.

Bajarokê Eyn Îsa dikeve başûrê Girê Spî û bakurê Reqayê û li ser rêya navbera parêzgeha Hesekê û Helebê ye û cihekî stratîjîk e.

Li gor hin çavkaniyên Rûsî, êrîş ji aliyê grûpa çekdar a Ehrar el Şerqiye ve hatiye pêkanîn û di encama êrîşê de, wê koma çekdar a ser bi Tirkiyê ve herdu gundên Cehbel û Muşêrfe yên li ser rêya navdewletiya M4 dagîr kirine.

Çavkanî amaje bi wê yekê didin, ku artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir li gundên Ebû Xerze, Sellûm û Romane, li nêzîk rêya serekî ya navbera Heleb û Hesekê bicih kiriye.

Çavkaniyên meydanî li bakura Sûriyê behsa şer û pevçûnên giran li gundewarê Eyn Îsayê di navbera hêzên HSDê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve dikin.

Li gor zanyariyên ku wan çavkaniyan belav kirine, di encama şer û pevçûnan de ji her du aliyan bi kêmanî 11 kes hatine kuştin.

Berdevkê HSDê, Kîno Gabriyêl destpêka vê heftiyê ragihandibû ku Tirkiye dixwaze li herêmên kurdî yên Sûriyê navçeyên zêdetir dagir bike.

Serepeyv