Kanûn 16, 2020 09:48 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî li ser şerê PKKê û Pêşmerge û êrîşên ser ofîsên ENKSê daxuyanî da

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî (Kobanî) derbarê şerê navbera PKKê û Pêşmergeyên PDK û êrîşa li ser ofîsên ENKSê li bakurê Sûriyê peyamek belav kir û herdu bûyer şermezar kirin.

Mezlûm Kobanî derbarê bûyera pêr a li qezaya Amêdiyê ya Duhokê ya di navbera hejmarek ji hêzên PKKê û hêzên Pêşmerge de, li ser twîtera xwe ragihand, “Êrîşa Hêzên PDK'ê ya li dijî hêzên PKK'ê li Amêdiyê cihê şermezariyê ye û dê destkeftiyên doza kurdî têk bibe.”

Mezlûm Kobanî herwiha dibêje, “Em banga rawestandina êrîşan û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê dikin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha têkildarî êrîşên vê dawiyê yên bo ser ofîsên ENKS li Amûdê û ofîsa Partiya El Wehde ya Kurdistanî li Hesekê jî diyar kiriye, “Mafê tu kesî nîne êrîşî nivîsgehên ENKS û tu partiyên siyasî li bakur û rojhilata Sûriyê bike, Hêzên Ewlehiya Hundirîn dê li gorî qanûnê bi erka xwe rabin.”

Şeva 13ê Kanûna 2020an derdora saet 23:30  li nêzîk gundekî ser bi devera Berê Gare li nêzîk navenda qezaya Amêdiyê di navbera Hêzên Pêşmergeyên PDKê û hêzên PKKê alozî û pevçûn derket û su aliyan ber bi hevdu gulle reşandin ku tê gotin pêşmergeyek hat kuştin û sê endamên PKKê jî birîndar bûn.

Ji pêr ve ofîsa ENKS li Amûdê û ofîsa Partiya El Wehde ya Kurdistanî li Hesekê hatine şewitandin, ENKS dibêje armanca wan êrîşan xerabkirina danûstandinan e.

Serepeyv