Kanûn 09, 2020 18:33 Asia/Tehran
  • MSD:

MSD’ê destnîşan kir ku armanca wan komkirina hêzên nîştimanî yên Sûriyê ye. Her wiha soza xwe ya hewldanên çareserkirina aloziyê, derxistina hemû dagirkeran û avakirina Sûriyeke nenavendî û demokratîk, nû kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Îro, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera xwe ya 5`emîn daxuyaniyek da û destnîşan kir ku salvegera damezirandinê hemwextî rewşên tendursitiyê yên ne ji rêzê, dagirkirina herêmên Sûriyê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve û astengkirina hewldanên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, tê."

Li gorî nivîsa Hawar Newsê, Di daxuyaniya MSD`ê de wiha hate gotin:

 “9`ê Kanûna îsal salvegera 5`emîn a damezirandina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) e, wekî hevalbendiya hêz, blok û tevgerên sûrî ku demokrasiyê, komînalbûnê û diyalogê wek rêbaza çareserkirina dozên nîştimanî, pêkanîna xewnên gelê Sûriyê û parastina yekitiya xak û gelê Sûriyê dibîne.

Damezirandina MSD`ê wek hewldaneke komkirina hêzên nîştimanî û demokratîk yên Sûriyê bû.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de hebûna xwe ya siyasî û di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hebûna xwe ya leşkerî ava kirin. MSD jî nêrîna siyasî temam kir û bû lêvegerek, her wiha wek hêzeke nîştimanî û projeyeke hemû gelê Sûriyê, xwe da der.

Salvegera damezirandinê ya îsal hemwextî mercên ne ji rêzê ji ber belavbûna şewba koronayê li seranserê cîhanê, her wiha hemwextî koçberî û rewşên jiyanî yên xerab, tê. Her wiha rastî dagirkirina gelek herêmên Sûriyê wekî Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê, piştî ku berê Cerabilus, Ezaz, Bab, Efrîn û Idlib dagir kiribû û hin welatiyên sûrî wek “çete” di şerên xwe yên derve de bi kar anîn.

Piştî 10 salên aloziya Sûriyê jî, hîna hewldanên çareseriya siyasî tên astengkirin û li gel tunebûna lihevkirineke navneteweyî derbarê doza Sûriyê de û aloziya temsîlkirina îradeya gelê Sûriyê, tu pêşketin çênabin.

Li gel wê yekê, MSD ji beriya 5 salan ve hewl da rêwîtiya nîştimanî aktîf bike û li ser bingeha lihevkirinê û avakirina binesaziyekê ku hemû sûriyan digire nava xwe, alternatîfeke sêyemîn bi pêş bixe.

MSD li gorî nêrîneke nîştimanî kar kir û ji bo avakirina lihevkirinên netewî bi rêya îmzekirina lihevkirinan bi hêzên nîştimanî yên sûrî re, gelek hewldan da. Her wiha rêzepanel, werşeyên diyalogê li derve yên bi kesayetên opozîsyona demokratîk re, li dar xistin. Ew hewldan bi lihevkirin û nêrînên hevbeş bi dawî bûn û MSD bû nimûneyeke demokratîk ku hemû hêzên nîştimanî yên baweriyê bi çareseriya Sûriyê tînin, di bin sîwana wê de kom bûn. Her wiha piştî 13 panelan ku hemû beşên civakê tev lê bûn, Kongreya Nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê hate lidarxistin. Ew kongre rastî pêşwaziyeke mezin hat.

Wek Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), bi vê boneyê em soza xwe ji gelê Sûriyê re ya berdewamkirina hewldanên pêkanîna xewnên sûriyan û çareserkirina aloziya ku kûrtir dibe, her wiha derxistina dagirkeran û avakirina Sûriyeke nû li ser esasê welatîbûyîna rasteqîn li gorî sîstema demokratîk û nenavendî, nû dikin.”

 

 

Serepeyv