Liv u tevgera nû ya hêzên amerîkî li axa Sûrîyê; danîna xaleke nû ya sînorî
Li gorî agahîyan liv u tevger û şandina alavên leşkerî û locestîk bo hêzên amerîkî li bakur u rojhilata Sûrîyê zêde bûye.
Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê bal kişand ser liv u tevgerên biguman ên leşkerên amerîkî li axa Sûrîyê û ragihand, karwanek ku ji zêdeyî 35 kamyonên hilgirê alavên leşkerî û locestîk pêk dihat, ji Herêma Kurdistana Iraqê derbasî axa Sûrîyê bû. Ew karwana ji derbasgeha sînorî ya Welîdê va derbas bû u çû binkeya Qesrik a li bakura parêzgeha Hesekê.
Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê pêgirî kir: Di çarçova vê liv u tevgerê da, karwanekî leşkerî ji Herêma Kurdistana Iraqê derbas bû, balafirên hilgirê alavên leşkerî û locestîk li binkeyên Hesekê danîn, xalên leşkerî yên nû li derveyî bazineya 55 kîlometrî ya Herêma Kêmkirina Gêreyê li sînorê hevpar ê Sûrîye, Urdin u Sûrîyê hatin danîn.
Li gorî raporan, berî vîya jî karwanekî pêkhatî ji 20 kamyonên leşkerî yên hilgirê alavên leşkerî û locestîk û ardû ji Herêma Kurdistana Iraqê derbasî binkeyên li derdora Hesekê bibû.