Kanûn 05, 2020 20:27 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî - Mîrata çandî û kevnare tê talankirin, şûnwarên dîrokî tên wêrankirin

Hawar Newsê nivîsiye: "Berpirsên Gerînendeya Şûnwaran a herêma Efrînê destnîşan kirin ku artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê Girê Kitix ê dîrokî talan û wêran kiriye. Di heman demê de, gelek parçeyên şûnwarên gir jî derbasî dervayî welat hatine kirin."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Girê Kitix ê dîrokî li ser rêya bajarê Efrînê-Racoyê û çerxerêya diçe navçeya Şiyê dikeve.

Berpirsên Gerînendeya Şûnwaran a herêma Efrînê piştrast kir ku dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê, piştî ku kantona Efrînê dagir kir, Girê Kitixê yê dîrok bi amûrên mezin kolandine.

Wan 3 nuqteyên li dora girê koland, yek li rojhilatê girê di navbera pira tirênê û zemîna gir ji aliyê rojhilat ve. Ya din li nêzî nuqteya gihaştina rêya giştî ber bi navçeya Raco û rêya navçeya Şiyê li bakurê rêya tirênê. Nuqteya sêyemîn li rojavayê rêya giştî ber bi navçeya Racoyê ve.

Berpirsan diyar kir ku li gorî agahiyên ku sala 2018`an hatine bidestixistn, derdora 5 hezar m2 hatiye kolandin. Her wiha berpiran dane zanîn ku gelek kon û amûrên mezin li gir hene, ev yek nîşan dide ku komeke mezin li ser kolandin û wêrankirina girê Kitix dixebitin."

Hawar Newsê her wiha nivîsiye: "Li gorî agahiyên ku gerînendeyê ku di Tîrmeha 2019`an de bi dest xistine, hêzên dagirker heta lûtkeya gir kolandine û gelek darên zeytûnê hatine jêkirin.

Her wiha derdora 6 hiktar erd li nuqteya sêyemîn a li nêzî rêya Racoyê hatiye kolandin.

Gerînendeyê bilêv kir ku dazgehên çapemeniyê û civaka navneteweyî rewşa li Efrînê paşguh dikin, lewra sûcên dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê li dijî cihên dîrokî berdewam in. Heta niha hemû cihên dîrokî rastî wêrankiriyê û diziyê hatine. Gerînendeyê piştrast kir ku ji ber ku Efrînê ji cîhanê hatiye qutkirin, gelek zehmet e ku belge û delîlên binpêkirina bidest bixe."

 

 

 

Serepeyv