Mezlûm Kobanî: Danûstandinên Kurdî-Kurdî berdewam in
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî ragihand, danûstandinên Kurdî-Kurdî li Sûriyê berdewam in, lê wan bêhnevedanek dane wan danûstandinan.
Mezlûm Kobanî aşkere kir, ev demeke şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li derve ye û nûnera Amerîka jî ne amade ye û hêvî kir ku dema hemû alî amade bin, careke din danûstendin destpê bikin.
General Mezlûm Kobanî amaje bi wê jî dike, gelek tiştên girîng hatine kirin û pirsgirêkên siyasî hatine çareserkirin û got, di derbarê Rêveberiya Xweser de, ew gihiştine nerîneke hevbeş.
Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yusuf duh ji Rûdaw re ragihandibû, ji ber daxwaza ENKSê ya 50 bi 50, danûstandin rawestiyane û gotibû, herêmên kurdî yên Sûriyê ne kompaniyake ku di navbera partiyan de were parvekirin û ji derveyî herdu aliyên PYDê û ENKSê, partiyên din jî hene û nabe werin piştguhkirin.
Foza Yusuf herwiha gotibû: Divê ENKS li daxwazên xwe vegere, ji ber ku encûmenên hilbijartî li herêmên kurdî hene û kesên serbixwe di nav de kar dikin, herweha pêkhateyên din jî li navçeyê dijîn.
Foza Yûsif derbarê seredana nûnerê ENKSê yê di nava Îtîlafê de bo Efrînê jî gotibû, ew di qonaxeke hestiyar de dijîn û civîna nûnerê ENKSê bi kujerê Hevrîn Xelef re, rewatiyê dide kiryarên çekdaran li Efrînê.
Herwiha Yûsif gotibû, lewma ev jî bandoreke nerênî li ser danûstandinan dike û got, eger li ser van prensîpan ENKSê li xwe vegere, wê danûstandin destpê bikin.