Li Girê Spiya dagirkirî komên çete bi hev ketin: Sivîlek hat kuştin
Mijdar 29, 2020 08:29 Asia/Tehran
Li herêma Girê Spî ya dagirkirî, di navbera komên çete de şer derket. Di encamê de ciwanek hate kuştin. Hate gotin ku çeteyan li tevahî gundên herêmê ji bo girtina kesên ku dixwazin, pêngavek dan destpêkirin.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, li taxa Şerqê ya bajarê Girê Spî di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiya û Cebha El-Şamiyê yên girêdayî dewleta Tirkiyê de şer derket, di encamê de ciwanekî sivîl bi navê Beşar El-Seed hat kuştin.
Çavkaniyan gotin ku çeteyan li gundewarên kantonê, destpêkê ji gundên dagirkirî yên navçeya Eyn Îsayê pêngaveke girtina kesên ku dixwazin kirine. Her wiha destnîşan kirin gelek welatî hatin girtin û miqdarek mezin a çekan hatin desteserkirin.