Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 kes bi koronayê ketin
Tedbîrên ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine, hişt ku rêjeya pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) li gorî rojên borî kêm bibe. Desteya Tenduristiyê ragihand ku di 24 seatên dawî de, tenê 38 kes bi koronayê ketine.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 2 kes ji pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine; mêrek ji Şehbayê ye û jinek ji Qamişloyê ye.
Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 19 mêr in û 19 jin in û ji van herêman in:
Hesekê: 14, Dêrik: 6, Qamişlo: 9, Girkê Legê: 1, Amûdê: 1, Tirbespiyê: 1 û Şehba: 6 kes.
Ciwan Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên koronayê 21 kes baş bûne.
Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 6 hezar û 825 kesan, ji wan 187 kes mirine û hezar û 5 kes jî baş bûne.