Efrîna dagirbûyî; Sûcên dijî jinan berdewam in
Mijdar 17, 2020 15:44 Asia/Tehran
Hawar News: "Sûcên artêşa Tirkiyê ên li Efrînê berdewam in. Komên çete yên girêdayî bi dewleta Tirkiyê hewl didin destdirêjiyê li jinekê bikin."
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Îro komên çeteyan li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Herêma Efrînê ya dagirkirî girt ser mala jinekê û xwest destdirêjiyê li jinê bikin.
Piştî ku bavê jinê destwerdan kir û pere dan çeteyan, çete ji malê derketin. Çavkanî ji bo ewlehiya jina ku çeteyan girtiye ser mala wê û ji bo ewelehiya malbat wê, nasnameya wê eşkere nekir.
Dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê di 18`ê meha Adara 2018`an de bajarê Efrînê dagir kir, bi sedan jinên li Efrînê revandin, qetil kirin û destdirêjî li wan kir."