Li Reqayê dibistaneke astengdaran hate vekirin
Dibistana astengdarên bihîstin û axaftinê, li bajarê Reqayê hate vekirin. Ev dibistan li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Li ser pêşniyarên Komîteya Jinan a Nivîsgeha Kar û Barên Civakî û Xebitandinê û Nivîsgeha Astengdaran a Meclisa Sivîl a Reqayê, dibistana yekemîn a kesên ker, lal û kor hate vekirin.
Ev dibistan di 13`ê Îlonê de vebû. Tê de derdora 120 zarokên astengdar hene. Temenên wan di navbera 4 salî heta 14 saliyê de ne.
Kadroyek perwerdeyê ya pirsporê şopandina kesên kor çavdêriya dibistanê dikin. Hemû endamên tîmê jin in û beriya du mehan di perwerdeya zimanê îşaretan ji bo kesên ker û zimanê Birêl a kesên kor re derbas bûn.
Çavdêr û endama rêveberiya dibistanê Lana Ehmed têkildarî mijarê got: “Piştî ku kadroya perwerdeyê di dewreyên pispor re hatin derbaskirin, me dibistan bi derfetên heyî vekir.”
Lana wiha domand: “Çîna zarokan a ku niha li dibistanê ye ji dijwartirîn çînên ku divê em wan bi awayekî rast perwerde bikin.”
`EM DESTEKÊ DIXWAZIN`
Dewama dibistanê ji bo kesên kor ji saet 9:00`an sibehê heta 12:00`an e. Rojên în û şemî batlane ye. Ji bo veguhestina zarokan erebeyên taybet hatine eyarkirin.
Derbarê astengiyên ku rastî dibistanê tê Lana got: “Heta niha zêdetirî 400 zarokên astengdar serdana dibistanê kirine. Lê em tenê dikarin 120 zarokan pêşwazî bikin. Ji ber ku avahiya dibistanê ji qatekê pêk tê û tê de 12 fêrgeh hene. Di her fêrgehekê de derdora 10 zarok hene.”
Lana diyar kir ku gelek kêmasiyên dibistanê ji hêla amûr, tabloyên Birêl û berguhkên zarokên ker ve hene û wiha domand: “Hewcedariya hinek zarokên ku dikarin hinekî bibihîzin bi amûrên berguhkê hene.“
Lana El-Ehmed di dawiyê de bang li aliyên têkildar kir ku desteka wan bikin da ku karibin pêşerojekê ji vê çînê re ava bikin.