Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 237 kesên din bi koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321167-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_237_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê pir zêde dibe, Desteya Tenduristiyê ragihand ku 237 kesên din bi koronayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 07, 2020 16:27 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 237 kesên din bi koronayê ketin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê pir zêde dibe, Desteya Tenduristiyê ragihand ku 237 kesên din bi koronayê ketine.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 237 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a  Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku 237 kesên ku bi koronayê ketine ji wan 124 mêr in û 113 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 29

Til Temir: 1

Qamişlo: 38

Dêrik: 36

Tirbêspiyê: 1

Amûde: 5

Kobanê: 21

Reqa: 42

Tebqa: 33

Dêrazor: 11

Minbic: 19

Şehba: 1

Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên koronayê 27 kes baş bûne û 3 kes jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 hezar û 484 kes bi koronayê ketine, ji wan 130 kes jiyana xwe ji dest dane û 798 kes jî baş bûne.