Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 130 kes bi koronayê mirine
Li gorî agahiyên herî dawîn ên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) di dawiya Nîsanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 845 kes bi şewba koronayê ketine û ji wan 130 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine, 3 jinên ji Dêrikê ne.
Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 107 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û ji wan 65 mêr in û 42 jî jin in û li van herêman in:
Dêrik: 26, Hesekê: 19, Qamişlo: 13, Amûdê: 3, Girkê Legê: 2, Çilaxa: 2, Kobanê: 14, Tebqa: 13, Dêrazor: 5, Minbic: 5, Şehba: 3 û Reqa: 2 kes.
Ciwan Mistefa da zanîn ku 12 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van daneyan re, hejmara giştî ya pêketiyên koronayê dibe 4 hezar û 845, ji wan 130 kesan jiyana xwe ji dest dane û 744 kes jî baş bûne