Mijdar 01, 2020 17:29 Asia/Tehran
  • Reqa; Meclisa Sivîl a Reqayê bi Fermandariya Giştî ya QSD`ê re civiya

Şandeyek ji Meclisa Sivîl a Reqayê bi Fermandariya Giştî ya QSD`ê re li bajarê Hesekê civiya.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Şande ji hevserokên meclisê Leyle Mistefa û Mihemed Nûr û hevserokên deste û nivîsgehên meclisê pêk tê.

Şand li Navenda Têkiliyên Giştî ya QSD`ê li bajarê Hesekê ji hêla fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û berpirsyarê têkiliyên giştî yê QSD`ê Rêdûr Xelîl ve hat pêşwazkirin.

Di destpêka hevdîtinê de meclisê diyariyek pêşkêşî Mezlûm Ebdî kir. Mezlûm Ebdî jî piştrast kir ku QSD dê şerê terorê bidomîne û şaneyên wê li herêmê bişopîne. Ebdî kêfxweşiya xwe der barê kar û xebata Meclisa Sivîl a Reqayê de anî ziman.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê jî piştgiriya meclis û gelê Reqayê ji QSD’ê re û xebata hevbeş ji bo parastina ewlehî û aramiya Reqayê piştrast kir.

Serepeyv