Cotmeh 26, 2020 16:11 Asia/Tehran
  • Endamê komîta navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Sûriyê: Gotegota bêtifaqî û rawestandina muzakirên kurdên Sûriyê rast nîne

Endamê komîta navendî ya partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê( PDK-S) got: Muzakira kurdî-kurdî dê bidome.

 Li gorî rapora Kurd Pressê, Nafi Ebdullah endamê komîta navendî ya partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S)  li bersiva vê pirsê ku  gelo gotûbêja navbera Encumena Niştimanî ya Kurdistanê( ENKS) û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya kurd( PYNK) hatiye rawestandin û got: Tu bêtifaqiyek navbera her du aliyan bo dewama  muzakiran tine. Wî got, mesele ji ber dawîbûna erkdariya şandiyê Emerîkayê li muzakiran paşde ketiye û tu têkiliya xwe bi aliyên kurd re tine.

Endamê komîta navendî ya partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) got: Muzakirên kurdî-kurdî hema  berdewam in û em li benda kesekî nû an vegeriyana Zehra Bîlê bo nav pêvajoya muzakireyan in.

 

 

Serepeyv