Cotmeh 26, 2020 04:43 Asia/Tehran
  • Li Dêrazorê Mîhrîcana 1'emîn a Hinaran

Komîteya Aborî û Çandinî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mîhrîcana Hinar a Yekemîn li gundê Sûsê li dar xist.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Bi desteka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Aborî û Çandinî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Mîhrîcana Hinaran a Salane ya Yekemîn li dar xist. Di roja yekemîn a mîhrîcanê de 20 kes ji gundên Sûsê, Şefia û Baxozê beşdarî pêşbirka pêşandana berhemên xwe yên hinaran bûn.

Nûnerên saziyên olî, şêx û rûspiyên herêmê, bi dehan cotkar û hezarkiyên çandinî û hinaran beşdarî mîhrîcanê bûn.

Berpirsên mîhrîcanê Elî Selûm bi xêrhatina beşdaran kir û mîhrîcan li cotkaran pîroz kir.

Hevserokê Buroya Aborî ya herêmên xeta rojhilat ê Dêrazorê Ehmed El-Fireyih soz da ku projeyên din ên çandiniyê vekin.

Her wiha Hevserokê Komîteya Çandinî ya Hecînê Cudî Tamê projeyên ku pêk anîne destnîşan kirin û got ku ew ê desteka bi cotkaran re bidomîne.

Piştî axaftinan, xwendekarên dibistana Sûsê şanoyek li ser girîngiya perwerdeyê pêşkêş kirin. Her wiha 6 zarokên refa 1 ên dibistana Sûsê dîlan pêşkêş kirin. Di dawiyê de bernameyek ji aliyê du zarokan ve li ser hezarkirina çandina daran bi taybet hinaran pêşkêş kirin.

Piştî şanoyan komîteyek ji 5 kesan hinarên hatine pêşandan di aliyê başbûn û kalîte û rengên wê de, her wiha av û dimsa wê şopandin.

Ji beşdarên pêşbirkê  3 kes bi ser ketin, Mehmedû Ebdulwehab El-Elî ji gundê Sûsê, Mihemed Mehmûd Faris  ji taxa Miraşida û Mihemed Mamûn bi ser ketin.

Mîhrîcan wê du rojan dewam bike.

 

 

 

Serepeyv