Cotmeh 20, 2020 20:03 Asia/Tehran
  • MSD`ê û şandeya Swêdê li ser rola navbeynkariyê li hev kir

Nûnerên MSD`ê û nûnerên Wezareta Karên Derve ya Swêdê li ser rola Siwêdê ya xurtkirina jiyana hevbeş li Sûriyê û navbeynkariya di navbera hikumeta Şamê û gelê Sûriyê de li hev kir.

Di çarçoveya hevdîtinên şandeya Swêdê ku roja şemiyê gihîşte herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, piştî ku vê sibehê şandeya Swêdê bi ENKS`ê re civiya, di saetên nîvro de li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re civiya.

Ji şanda Swêdê, nûnerê Wezareta Karên Derve ya Swêdê yê taybet bi doza Sûriyê Bear Ornius, berpirsê doza mirovî û alîkariyan ê Wezareta Karên Derve ya Swêdê Thomas Marcus û şêwirmenda Peymangeha Aştiyê ya Ewropayê Evîn Çetîn, di civînê de amade bûn.

Ji aliyê MSD`ê ve jî, hevseroka MSD`ê Emîne Omer, seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Cîhad Omer û endamên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Elî Rehmon û Xezne Nebî amade bûn.

Di destpêka civînê de MSD`ê bixêrhatina şanda Swêdê kir. Piştre civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtî dewam kir.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Elî Rehmon ji ANHA`ê re mijarên ku di civînê de hatine nîqaşkirin, eşkere kirin û got: “Şanda Swêdê girîngiyê dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bûyerên li herêmê rû didin. Me li ser piştgiriya hikumeta Swêdê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî gelê Sûriyê re, nîqaş kir.”

Rehmon destnîşan kir ku her du aliyan li ser rola Swêdê ya xurtkirina jiyana hevbeş li Sûriyê, gihandina dengê gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civaka hikumetên din, civaka navneteweyî, YE`yê û navbeynkariya di navbera gelê Sûriyê û hikumeta Şamê de li hev kir.

Rehmon wiha lê zêde kir: “Me ji şandeyê re diyar kir ku em li bendê ne ku Swêd piştgiriya gelê Sûriyê bike û çareseriyeke siyasî bibîne da ku em ji vê karesatê derkevin. Her wiha me xwest ku Swêd di navbera hikumeta Şamê û gelê Sûriyê de navbeynkariyê bike.”

Li gorî berpirsên protokolê yên bi şandeya Siwêdê re, tê payîn ku şandeya Swêdê bi Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bicive.

Serepeyv