Cotmeh 20, 2020 11:02 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilata Sûriyê zêdetirî 3 hezar kes bi koronayê ketin

Li Bakur û Rojhilata Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine gihîşt zêdetirî 3 hezar kesî.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku 150 kesên din li Bakur û Rojhilata Sûriyê bi vîrusa koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa diyar kir ku pêketiyên koronayê 83 mêr in û 67 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 17

Qamişlo: 20

Dêrik: 24

Girkê Legê: 14

Rimêlan: 6

Amûde: 3

Dirbêsiyê: 2

Çilaxa: 1

Reqa: 28

Kobanê: 21

Tebqa: 8

Minbic: 6

Mistefa destnîşan kir ku 5 kesên ku berê bi koronayê ketibûn, baş bûne.

Hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 3 hezar û 98 kesan, ji wan 95 kesan jiyana xwe ji dest daye û 635 kesên din jî baş bûne.

Serepeyv