Îlham Ehmed sipasiya Swêdê ji ber helwêstên vî welatî li hemberî Tirkiyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320456-Îlham_ehmed_sipasiya_swêdê_ji_ber_helwêstên_vî_welatî_li_hemberî_tirkiyê_kir
Îlham Ehmed di peyamekê da ji helwêsta Wezîra karên derve ya Swêdê li hemberî Tirkiyê û hilêxistina derketina vî welatî ji bakurê Sûriyê sipasî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 16, 2020 06:18 Asia/Tehran
  • Îlham Ehmed sipasiya Swêdê ji ber helwêstên vî welatî li hemberî Tirkiyê kir

Îlham Ehmed di peyamekê da ji helwêsta Wezîra karên derve ya Swêdê li hemberî Tirkiyê û hilêxistina derketina vî welatî ji bakurê Sûriyê sipasî kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Îlham Ehmed, Serokê Konseya Cihêner a Meclîsa Sûriya Dêmokratîk (MSD) di peyamekê da ji helwêsta An Lêndî, Wezîra karên derve ya Swêdê derheqê Tirkiyê û hilêxistina derketina vî welatî ji Sûriyê di ssefera xwe ya vê dawiyê bo Enqerê sipasî kir.

Li gorî nivîsa Hawar Newsê, Ehmedê di vê peyamê da nivîsî: Lêndî jineke pirr bihêz û berevanê Mafên Mirovan e. Ew hertim li kêleka gelê bakur û rojhilata Sûriyê bûye û pişta me girtiye."

Hêjayî gotinê ye ku Wezîra karên derve ya Swêdê vê dawiyê li Enqerê û di press konferansa hevpaar digel hevpîşeyê xwe yê tirkiyeyî, daxwaza derketina Tirkiyê ji bakurê Sûriyê kiribû.