Cotmeh 14, 2020 12:07 Asia/Tehran
  • Leşkerên Tirkiyê li Efrînê zarokek qetil kir

Leşkerên Artêşa Tirkiyê li ser sînor zarokekî efrînî qetil kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA'yê, leşkerên Artêşa Tirkiyê ên li ser sînor zarokê bi navê 'Hesen Cuma El-Hemed' (16) qetil kir.

Çavkaniyan diyar kirin leşkerên Artêşa Tirkiyê gule li hejmareke welatiyên ku hewl didin derbasî Tirkiyê bibin reşandin. Di encamê de zarok Hesen ku ew û malbata xwe di nava de bûn hate kuştin.

Nayê zanîn bi ka sivîlên din birîndar bûne, yan na."

Hawar Newsê nivîsiye: "Li gorî çavkaniyên ji navçeya Cindirês, artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî bi wê zextê li sivîlan giran dike û bi hinceta ku têkiliyên wan bi 'Rêveberiya Xweser' re hebûn wan direvînin da ku fidyeyê ji malbatên wan bixwazin."

 

Serepeyv