Cotmeh 10, 2020 08:29 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 46 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tendrustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê diyar kir ku 46 kesên din bi koronayê ketin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tendrustiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" Ciwan Mistefa ragihand ku kesên ku bi koronayê ketine 20 kes mêr in û 26 kes jî jin in.  

Pêketiyên koronayên li van herêman in:

Heseke; 12

Qamişlo; 12

Dêrik; 13

Dirbêsî;  4

Rimêlan; 3

Girkê Legê;  2

 

Her wiha Mistefa destnîşan kir ku 12 kesên ku bi koronayê ketibûn baş bûne.

Bi vî awayî hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 2 hezar û 204 kesan, ji wan 74 kesan jiyana xwe ji dest dan û 542 kes baş bûne.

Serepeyv