Îlon 30, 2020 23:26 Asia/Tehran
  • Mezlûm Ebdî ji ber wefata mîrê Kuweytê, sersaxî ji gelê Kuweytê re xwest

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi peyamekê sersaxî da tevahî gelê Kuweytê ji ber wefata emîrê dewleta Kuweytê Sebah El-Sebah kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Dîwana emîrê Kuweytê duh bi daxuyaniyekê wefata emîrê welat Şêx Sebah Ehmed Cabir El-Sebah ragihand. Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah ji Tîrmeha borî de li nexweşxaneyeke Amerîkayê dihat tedawîkirin.

Bi vê boneyê, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi rêya twittekê sersaxî ji gelê Kuweytê re xwest.

Ebdî di peyama sersaxiyê de got: "Bi xemgînî me agahiya wefata Şêx Sebah Ehmed Cabir El-Sebah emîrê dewleta Kuweytê bihîst. Em ji tevahî gelê Kuweytê re sersaxiyê dixwazin. Em kedên dewleta Kuweytê yên piştevaniya gelê me li ser astên mirovî û siyasî bi taybet di nava  Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de spas dikin."

 

 

Serepeyv