Îlon 08, 2020 17:19 Asia/Tehran
  • PYNK:

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) "topbarana bênavber a Dewleta Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê" û "koçberkirina sivîlan bi darê zorê" şermezar kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) bi daxuyaniyekê sûcên Dewleta Tirkiyê şermezar kirin û bang li aliyên garantorên peymana agirbestê kir ku bi erkên xwe rabin.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) ragihandin: "Dijminahî û tundiya dewleta Tirkiyê êdî ji tevahî gelên cîhanê re eşkere ye, bi taybetî bi derketina rastiya wê ya tevliheviya dawîn a li herêma Rojhilata Navîn. Lê belê azar û êşa mezin a gelên li Tirkiyê û derveyî wê ne.

Ji dema ku Dewleta Tirkiyê Efrîn û piştre Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirine, bi xwe re gelek DAIŞ’iyên mayî û bermahiyên wê anîn. Her wiha bi navên cuda ew perwerde û rêxistin kirin. Ji ber ku hîmên exlaq û mirovahiyê li gel wan nîn in, sûcên hovane ji kuştin, revandin, şantaj, dizîn, talankirina mal û milkên gişt pêk tînin.

Piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê Dewleta Tirkiyê du peymanên agirbestê bi DYA’yê û Rûsyayê re îmze kirin. Lê belê ev her du peyman tenê li ser kaxizê man û tundî û sûcên li dijî sivîlan li herêmên dagirkirî û derveyî wê berdewam kir. Dewleta Tirkiyê bi firokeyên xwe yên bêpîlot bi dehan sivîl qetil kirin, wekî mînak her sê jinên li Kobanê qetil kir. Li aliyekî din jî sûcên çewisandin û şantajkirina li dijî sivîlan ên bi armanca koçberkirinê û guhartina demografîk, ranewestin. Her wiha hemû cureyên çekan û di nav de yên qedexekirî bi kar anî. Vê dawiyê jî herêma Zirgan û herêmên bakurê Til Temirê, rojava û başûrê Girê Spî bi armanca wêrankirina gundan û koçberkirina sivîlan, topbaran dike.

Tevî ku nuqteyên çavdêriyê yên Rûsya û hikumeta Sûriyê hene jî, lê dîsa êrişên dewleta Tirkiyê li pêş çavên wan pêk tên, endamên wan dibin qurbanî û bi dehan sivîl tên qetilkirin."
Di dewama daxuyaniya Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) da hatiye: "Em wek Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd bang li DYA’yê dikin ku serkêşiya Koalîsyona Navneteweyî dike û aliyekî agirbesta yekemîn bi Tirkiyê re ye, her wiha em bang li Rûsyayê dikin ku aliyê duyemîn a agirbesta bi Tirkiyê re ye ku  sûcên dewleta Tirkiyê yên bombebaran û topbarankirina bênavber rawestînin û bi erkên xwe rabin. Her wiha bang li gelê xwe ji Ereb, Suryan, Aşûr û Kurd dikin ku bi xak û rûmeta xwe ve girêdayî bin û bang li tevahî hêzên siyasî û demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê dikin ku têkildarî sûcên dewleta Tirkiyê bê deng nemînin."

Serepeyv