Îlon 05, 2020 14:03 Asia/Tehran
  • Dirûtina 'Tora masiyan' kevneşopeke şêniyên Reqayê ye

Pîşeya dirûtina tora girtina masiyan gelekî zehmet e lê şêniyên Reqayê vê pîşeyê diparêzin, ji ber ku pîşeyeke kevn e û tevî ku gelek amûrên pêşketî derketine lê dîsa jî tê bikaranîn.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA),  Li gundên El-Kesrat, Hiwêce û El-Zehra yên li ser berava çemê Firatê li başûrê Reqayê, Hac Yusif Hebeş di dirûtina tora girtina masiyan de dixebite. Hac Yusif debara xwe bi vê pîşeyê peyda dike û fêrî zarokên xwe dike yên ku di girtina masiyan de kar dikin.

Li gel pêşketina rêbaz û amûrên girtina masiyan jî Hac Yusif ê kevntirîn masîvanê li bajarê Reqayê, heta niha tora girtina masiyan bi destê xwe çêdike. Di 70 saliya xwe de berê xwe da vê pîşeyê ji ber ku berê masîvan bû û bû navdartirîn terziyê Reqayê.

Torên masîgirtinê ji komeke deziyan çêdibe. Dezî bi derziyeke textî bi awayekî profesyonel tên derbaskirin û di dawiyê de girêkên mezin çêdibin. Pêwîstiya vê pîşeyê bi sebr û kedeke mezin heye.

Gelek cureyên toran hene wekî nerm, hişk, duqatî û dualî. Her wiha cureyên din ên toran ji bo nêçîra di ava diherike de heye, ew tor ji cureya duqatî ne. Hin cureyên din jî ji bo nêçîra di ava kûr de tên bikaranîn.

Hac Yusif dibêje: “Ji gelek salan ve ez di dirûtina tora masiyan de kar dikin. Rojê 12 saetan li ser çêkirin û rastkirina toran dixebitim. Kar ji bo min dijwar e, lê nikarim dev jê berdim.”

Hac Yusif Hebeş daxwazên masîvanan pêk tîne û girêdayî astengiyên ku rastî kesên mîna wî tên got: “Dezî û benik kêm in. Heke hebin jî biha ne. Di vê demê de kar kêm e.              

Hinek masîvan vê pîşeya kevnar diparêzin, her çend zehmetiyên xwe zêde bin jî, li gorî wan kevneşopek e.

 

 

 

Serepeyv