Amerîka- Garda Netewî ji bo tepeserkirina nerazîyan derbasî Şîkagoyê bû
Cotmeh 09, 2025 18:05 Asia/Tehran
Hêzên Garda Netewî ya Amerîkayê li gorî fermana serokomarê vî welatî ji bo tepeserkirina nerazîyan li vê herêmê gihîştin şarê Şîkagoyê.
Li şarê Şîkago ser bi eyaleta Îlînvî ya Amerîkayê çend hefte ye ku liv u tevgerên dijî koçberan û pevçûnên tund zêde bûne, li wêne u vîdyoyan jî dîyar e ku hêzên parêzvanê ewlehîya hundirîn gaza rondikîner û gaza bîberê dijî nerazîyan bi kar tînin.
Trump di halekî da bi şandian hêzên Garda Netewî bo Şîkagoyê hewil dide ku neyar û rexnekerên sîyasetên xwe li vê herêmê tepeser bike ku Serdozgerê Îlînvîyê roja duşemê xwest ku pêşîya bicihbûna Garda Netewî li vê navçeyê were girtin.
Qayimeqamê eyaleta Îlînvîyê jî berî vîya ji her kesî xwestibû ku himber kiryarên Trump li vê herêmê rawestin.