Destpêbûna fermî ya agirbesê li Xezzeyê piştî 2 sal jînosayd u cinayetên bi destê sîyonîstan li vê herêmê
Piştî 2 sal cinayet u jînosayda ku sîyonîstan li Xezzeyê pêk anîn û di encamê da zêde ji 67 hezar filistînî hatin şehîdkirin u Rejîma Sîyonîst jî nekarî armancên xwe di şerê li Xezzeyê da bi dest bixe, çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku agirbes ji îro va bi awayekî fermî li vê navçeyê dest pê bû.
Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) di daxûyanîyekê da ragihand ku her du alîyan ji bo bidawîhanîna şerê hibmer Rejîma Sîyonîst li hev kirin.
Gelê Xezzeyê piştî nûçeya lihevkirina têkildarî agirbesê û teslîmbûna Rejîma Sîyonîst himber vîna komên berxwedêr ku ew rêjîma yê ji Xezzeyê vekişe, dest şayî û pîrozbayîyê kir.
Rayedarên qeterî jî ragihandin ku hemî xal u mekanîzmên bicihanîna qonaxa yekem a rêkevtinameya agirbesa Xezzeyê ku bidawîhanîna cengê, azadkirina girtîyên sîyonîst, lihevguhertina êxsîran u derbasbûna alîakrîyên mirovdostane bo Xezzeyê digire ber xwe, tam hatine destnîşankirin u li ser wan tam li hev kirine.
Ev rêkevtinameya di halekî da ye ku di encama êrişên hovane yên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê di 2 salênbuhurî da zêde ji 67 hezar filistînî hatine şehîdkirin u zêde ji 169 hezar kes jî hatine birîndarkirin.
Di çarçova amadekarîyên bicihanîna plana Serokomarê Amerîkayê ya ji bo sekinandina şêrr li Xezzeyê u lihevguhertina êxsîran da, 3 çiqên artêşa Rejîma Sîyonîst vekişîna ji şarê Xezzeyê dest pê kirin.
Hevgavêvê yekê endamekî Polîtbîroya Tevgera Hemasê ragihand:Rêkevtinameya agirbesê, encama fidakarîyên mezin û hedara dîrokî ya gelê Xezzeyê bû. Izzet Rişq got: Lihevkirina derheq bidawîhanîna şêrr, destkevteke netewî ya taybet e ku yekitî û hevgiritna gelê Filistînê û hevdilîya wan digel komên berxwedêr wek rêyeke sekinîna himber dagirkerîya Rejîma Sîyonîst nîşan dide.
Komên filistînî jî di daxûyanîyên cida da, rêkevtinameya pêkanîna agirbsê u lihevguhertina êxsîran encama sebir u fidakarîya gelê Filistînê zanîn.
Tevgera Cihada Islamî ya Filistînê di daxûyanîyekê da ragihand: Rêkevtinameya pêkanîna agirbesê u lihevguhertina êxsîran hasila berxwedan u fidakarîya gelê Filistînê ye. Şayanî gotinê ye ku li gorî vê rêekvtinameyê, di berdêla azadkirina sîyonîstên êxsîr ji hêla komên filistînî va, yê nêzî 2 hezar êxsîrên fiilstînî ji hêla Rejîma Sîyonîst va bên berdan.
Rayedarên welatên curbicur rêkevtinameya agirbesa Xezzeyê ku di encama gotûbêjên li Şerm ul Şêx a Misrê da pêk hat, pêngaveke erênî zanî û hêvî kirin ku ev agirbesa bibe sedema bidawîhanîna qirrkirinê.