Tebax 25, 2020 16:10 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 32 kesên din bi Koronavîrûsê ketin

Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku 32 kesên din bi Koronavîrûsê ketine.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku nexweşekî din ê Koronavîrûsê mir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê miriye kalemêrekî ji Hesekê ye. Her wiha Mistefa eşkere kir ku 32 kesên din (14 mêr û 18 jin) bi Koronavîrûsê ketine û ji van herêman in:

Hesekê; 8

Qamişlo; 12

Rimêlan; 1

Girkê Legê; 1

Dêrikê; 5

Amûdê; 2

Şehba; 3

Ciwan Mistefa da zanîn ku 8 nexweşên din jî baş bûne.

Hejmara giştî ya kesên bi Koronavîrûsê ketine li ser asta herêmêna Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 394 kesan, jê 26 nexweş mirine û 74 nexweş jî baş bûn.

 

 

 

Serepeyv