Tebax 22, 2020 16:53 Asia/Tehran
  • Sûriyê xwest ku avê bigihînin şêniyên Hesekeyê

Heyva Sor a Sûriyê û Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY daxwaza alîakriya mirovdostane jibo gihandina avê bo gelê parêzgeha Hesekeyê û rawestandina kiryara hêzên er bi Tirkiyê ya qutkirina ava vexwarinê ya gelê vê parêzgehê kir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya SANA Newsê, Heyva Sor a Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku qutkirina ava parêzgeha Hesekeyê li bakurê rojhilata vî welatî ji aliyê hêzên Tirkiyê va canê zêdetirî miliyonek ji şêniyên vê parêzgehê xistiye ber xeterê.

Bişar Ceferî, Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY jî di têkiliya telefonî digel Antoniyo Gotrêş, Sêkrêtirê giştî yê NY, daxwaza hewildana jibo rawestandina qutkirina ava vexwarinê ya derdora miliyonek welatiyên sûrî li Heseke û derdora wê kir.

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY ev kiryara Tirkiyê ya qutkirina ava parêzgeha Hesekeyê wek Cibayeta dijî Mirovahiyê da zanîn.

Qutkirina ava Hesekeyê û derdora wê di halekî da ye ku gelê van navçeyan jibo sekinîna li hemberî Vîrûsa Koronayê pêwîstî bi avê heye.

 

 

 

Serepeyv