Hejmara nexweşên Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 119 nexweşan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318540-hejmara_nexweşên_koronavîrusê_li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_gihaşt_119_nexweşan
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 18 kesên din bi Koronavîrusê ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşan gihaşt 119’an. Desteyê diyar kir ku rewşa 5 nexweşan jî baş bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 11, 2020 06:42 Asia/Tehran
  • Hejmara nexweşên Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 119 nexweşan

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 18 kesên din bi Koronavîrusê ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşan gihaşt 119’an. Desteyê diyar kir ku rewşa 5 nexweşan jî baş bûye.

Hevseorkê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa îro diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

Daneyên nexweşan wiha ne:

2 nexweş li Hesekê, 9 nexweş li Qamişloyê,Nexweşek li Rimêlanê, 2 nexweş li Dêrazorê, 3 nexweş li Kobanê û Nexweşek li Reqayê.

Her wiha Ciwan Mistefa destnîşan kir ku rewşa 5 nexweşan jî baş bûye.

Bi van daneyan hejmara nexweşên Koronavîrusê li herêmê digihêje 119’an, jê 5 nexweş mirine û rewşa 10 nexweşan jî baş bûye.