Tebax 08, 2020 18:52 Asia/Tehran
  • Kampa El-Holê; Hêzên Ewlekariya Hundirîn 5 DAIŞ`iyên ku hewl didan ji Kampa Holê birevin girtin

Êvara înê 5 jinên DAIŞ`î yên rûsî hewl dan ji kampa Holê birevin. Navên wan ev in (Victora Nicola û sê zarokên wê, Aisha Ahmed Khan xwedî zarokek ê, Marit Murad tevî du zarokên xwe, Aisha Mawlid ku berî niha di nava DAIŞ`ê de bû û lingekî wê hatiye qutkirin û Hawa Muslim dêya zarokekî ).

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Jinên DAIŞ`î berî ji kampa Holê birevin bi kesekî qaçaxçî re lihev kirine. Lê dema Hêzên Ewlekariya Hundirîn prose kifş kir yekser hewl da birevin.

'Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê' di çarçoveya xweparastina ji Koronavîrusê de qedexeya derketina derve ragihand û kesên hewl didin jinên DAIŞ`î birevînin vê qedexeyê ji xwe re derfet dibînin.

Çavkaniyekî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ANHA’yê re diyar kir ku kesên DAIŞ`iyan direvînin rasterast bi dewleta Tirkiyê ve girêdayî ne, dewleta Tirkiye ji bo revandina jinên DAIŞ`ê ji kampa Holê planan datîne û hewl dide wan derbasî xaka Tirkiyê bike û ji wir  jî wan bişîne welatên wan.

Jina DAIŞ`î Hewaa Mislim(23) di dîmenê  ku ANHA’yê bi dest xistiye de dibêje ku wan ji beriya mehekê ve plan kiriye ku ji kampê birevin û li rêyekê digerin, bi dêya xwe re axivî ye û wê jê re gotiye ku ew ê yê qaçaxçî rê jê re peyda bike.

Hewaa Mislim wiha dawî li axaftina xwe anî: "Beriya 3 rojan ez careke din bi dêya xwe re axivîm û ji min re got ku xwe amade bike ew ê êvara înê tê ji kampê birevînin."

Hawar Newsê nivîsiye: "Hewaa Mislim da zanîn ku dewleta Tirkiyê jê re maleke taybet amade kirine."

 

 

 

Serepeyv