Tîrmeh 26, 2020 01:39 Asia/Tehran
  • Tirkiye dîwarê beton li gundên dagirkirî yên Sûriyê datînin

Hêzên dewleta Tirkiyê li gundewarên Til Temirê yên nêzî rêya M4 dîwarê beton datîne û xendeqan dikole.

Ji destpêka ku dewleta Tirkiyê û çeteyên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine û gihaştine nêzî navçeya Til Temir a kantona Hesekê, sûcan li dijî gelê herêmê pêk tînin.

Ji wê demê de bi dehan baregehên leşkerî hatine avakirin û bi çekên giran û hêzên Komandos ên Tirkiyê hatine amadekirin ku çete parastina wan dikin.

Dewleta Tirkiyê di demên dawîn de dîwarê beton anî gundewarên li ser xetên şer ên li ser rêya navnetewî (M4) a rojavayê Til Temirê.

Çavkaniyeke leşkerî ji hêzên hikûmeta Sûrî ragihand ku artêşa Tirkiyê ji beriya 4 rojan bi dehan kamyonên ku dîwanên beton di wan de bûn ber bi gundê Erbîn, gundê Menacîr û gelek gundewarên din ve diben.

Çavkanî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê kamyonan bi şev tîne da ku ji ragihandinê ve dûr be her wiha kolandin û lêkirina satiran dike.

Çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirkiyê satirên li ser baregeha xwe ya leşkerî ya li gundê Amiriyê yê nêzî rêya (M4) rakir û di hundirê baregehê de kolandinê dike.

Çavkaniyeke leşkerî din got dewleta Tirkiyê di çend mehên derbasbûyî de li gundê Erîşa heta gundê Dawidiyê yê rojavayê Til Temir xendeqan dikole.

Serepeyv