Tîrmeh 25, 2020 09:46 Asia/Tehran
  • Helbestvanên Ereb: Pêşangeha Herekol cihê rengîniya çand û olan e

Helbestvanên ji pêkhateya Ereb yên beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a bi navê "Şehîd Herekol" a Çaremîn bûne, diyar kirin ku pêşangeh rengê çand û olên li herêmê nîşan dide.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Helbestvanên Ereb diyar kirin ku vekirina Pêşangeha Herekol hişt ku çand, ol û civakên cuda nas bikin.

Helbestvanê bi navê Ehmed Yûsiv ê ji bajarê Minbicê, ev 3 car e beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a bi navê "Şehîd Herekol" dibe. Ehmed Yûsiv behsa atmosfera pêşangehê, hevrûkirina salên berê û îsal kir û got: "Min pêşketin di çalakiyên pêşangehê de dît, her sal pêşangeh bi rengehekî hunerî tê naskirin û nîşana vê yekê pêşketina tevgera çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye."

Yûsiv diyar kir ku ew bi hêvî ne ku zêdetir çalakiyên çandî li dar bikevin, ji ber ku rûyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhanê re, asta şaristaniyê û pêşketina herêmê raber dike.

Yûsiv bang li nivîskarên Ereb kir ku beşdarî pêşangehê bibin û wiha domand: "Ez banga tevlêbûna Pêşangeha Herekol dikim da ku asta çandî ya herêmê nas bikin. Ji ber ku ev pêşangeh gelek asoyan ji mirov re vedike û dihêle mirov çand û civakên cuda nas bike, ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek çandan hembêz dikin."

Ehmed Yûsiv destnîşan kir ku berî niha bi du dîwanan beşdarî pêşangehê bûbû û îsal bi dîwanekê beşdar bûye, li gel vê yekê nivîskarên ji bajarê Minbicê jî tev li pêşangehê bûne. Yûsiv wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêviya pêşketin û serkeftinê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazim, herêm di ronasanseke çandî re derbas bibe û layiqî wê be, her wiha pêşangeh di nava pêşketinan de be, ji ber Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nivîskar, afirîner û rewşenbîrên xwe tê naskirin."

Helbestvan Mistefa Hac ji Tebqayê beşdarî pêşangehê bûye û wiha axivî: "Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê  ez vexwendim vê pêşangehê, ev cara yekemîn e ku bi dîwanekê ku ji 38 helbestên xezelî pêk tê, tev li pêşangehê dibim."

Mistefa Hac da zanîn ku pêşangeh bi awayekî giştî wêneyekî şaristaniyê diyar dike û di aliyê rêxistinî de jî baş bû.  Hac got dema ew li pêşangehê digere rastî hevgirtineke çandî tê ku pirtûkên çandî, siyasî, dîrokî, olî û her wekî din tê de hene.

Hac bal kişand ser beşdarbûna pêkhateyên Ereb ji pêşangehê re û got pirtûkên bi zimanê erebî mase dagirtine, heta nivîskarên wan jî nayên naskirin.

 

Serepeyv