Tîrmeh 20, 2020 18:53 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê garaca Roj a li bejarê Qamişlo hedef girt

Artêşa Tirkiyê moşekek avêt garaca Roj a li taxa Curnikê ya li bakurê rojhilatê Qamişlo, di encamê 2 sivîl birîndar bûn.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Artêşa Tirkiyê beriya saetekê moşekek avêt bajarê Qamişlo.

Moşeka ku Artêşa Tirkiyê avêtiye li garaca Roj a li taxa Curnikê ya bakurê rojhilatê Qamişlo ket, di encamê de 2 sivîl birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyê. Navên birîndarên sivîl wiha ne; Îbrahîm Colî(50) û Telal Sîno(40).

 

 

 

 

Serepeyv