​​​​​​​QSD: "Di roja 3'an a pêngavê de 6 çete hatin girtin"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317844-qsd_di_roja_3'an_a_pêngavê_de_6_çete_hatin_girtin
QSD'ê di roja 3'yemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de 6 endamên şaneyên DAIŞ'ê girtin û rêjeyek çek û madeyên teqemeniyê desteser kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 19, 2020 16:38 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​QSD:

QSD'ê di roja 3'yemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de 6 endamên şaneyên DAIŞ'ê girtin û rêjeyek çek û madeyên teqemeniyê desteser kirin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD-HSD) bi daxuyaniyekê encamên roja 3'yemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk, bi beşdarbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Zêrvanên Sînor, Yekîneyên Parastina Jin, Yekîneyên Komondus  û hevkariya  Hêzên Koalîsyonê qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê li herêmên Dêrazorê li dijî terorêstîn rêxistina DAIŞ'ê didomînin. Di operasyonên serdegirtin û paqijkirinê de yên li dijî baregehên terorîstan û gumanbaran de, 6 endamên rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst hatin girtin. Her wiha hêzên me dest danîn ser çekên klaşînkov, gelek mayîn ku ji bo teqînê hatibûn amadekirin, 5 telefon û laptopek."