Tîrmeh 16, 2020 17:36 Asia/Tehran
  • Hêzên Ewlekariya Hundirîn:

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojilatê Sûriyê têkildarî teqîna ku 15ê Tîrmehê li bajarê Hesekê rû da, daxuyaniyeke niviskî weşand û got ku di teqîna ku rû da de mudaxaleyek ji derve nîne.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Li bajarê Hesekê, 15'ê Tîrmehê 2020'an saet derdora 19:58'an teqîneke mezin pêk hat. Têkildarî teqînê, Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Îro êvarî  (15'ê Tîrmehê 2020) depoyeke çek û madeyên teqemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarê Hesekê teqiya. Ev teqemenî bermehiyên şerên dawî yên li dijî terorîstên DAIŞ'ê bûn. Teqîn di encama temasa kehrebeyê rû da. Ji ber teqînê tenê ziyanên madî çêbûn.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê agahiyên ku dibêjin teqîn ji ber balafireke dijber rû daye, derew dizanin. Em ji gelê xwe û raya giştî re dibêjin ku armanca belavkirina agahiyên ne rast afirandina aloziyê û têkbirina ewlehiyê ye."

 

 

Serepeyv