Şahoz Hesen: Divê bi hemî pêkhateyên bakur û rojhilata Sûriyê re gotûbêj bikin
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrtaîk a Sûriyê (PYD) li kombûna bi rîsipî û rewşenbîrên ereb re li navça Tirbesibiyê raghand: "Her diyalogek bikeve rojevê, pêwîst e li gel encumnena Sûriya Demokratîk, MSD û rêveberiya xweser û hemî pêkhateyên bakur û rojhilata Sûriyê cih were.
Hesen Ragihand ku Tirkiye hemî deveran dike armanc û got: Dîroka dewleta tirk tijî ezmûna dagirkeriyê ye. Dagirkeriya osmaniyan li hemî serdeman nezanî û feqîrî û zilm û zordarî li dû xwe aniye. Li vê serdemê jî wan hewl daye DAIŞê vejînin. Piştî têkçûna DAIŞê, Erdogan hewl da xelafeta osmaniyan vegerînin.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrtaîk a Sûriyê (PYD) bi bîr xist ku hemî pêkhateyên navçê çendîn destkewt bi dest xistin û got: Ew destkewt bi tenê milkê partiyek an pêkhateyê nînin belkî milkê hemî van pêkhateyan e ku yekitî û yekrêziya xwe binyat danîne û bi hezaran şehîd dane heta gihêştine vê astê.
Li bara civîna li gel dewleta Sûriyê û hikûmeta Rûsiyê jî Hesen ragihand dewleta Sûriyê û Rûsiye hewl didin bi tenê li gel pêkhateya kurd û bêyî beşdariya pêkhateyên din diyalogê bikin. Me ew pêşniaya red kir û ji dewleta Sûriyê û Rûsiyê re me gotiye ku her diyalogek cih were divê li gel encumena Sûriya Demokratîk, MSD û rêveberiya xweser a rojhilat û bakurê Sûriyê cih were.