Artêşa Sûriyê meqerên terorîstan li rojhilata Idlibê têk birin
Tevî kombûna komên terorîstî yên ku ji aliyê Tirkiyê va piştgirî dibin bi serkirdetiya bereya El-Nusre li Idlibê bona rawestana li ber artêşa Sûriyê, hêzên Sûriyê işkestên giran li wan xistin û terorîstên hanê neçar kirine hetanî nav Idlibê paşde vekişin.
Tevî ku hikûmeta Tirkiyê bi çek û sîlehên curbicur piştgiriyê dide koma terorîstî ya bereya El-Nusreyê û hevpeymanên wê, artêşa Sûriyê duh xisarên canî û çek û sîlehî yên giran li terorîstên hanê li Idlibê xistin.
Bereya El-Nusre, komên terorîstî yên ku bi çekên curbicur pergal bûne ji parêzgeha Helebê kişandine başûr û başûrê rojhilata parêzêgeha Idlibê ku li hember artêşa Sûriyê rawestin û xisarên giran ên canî û baorî ku li çend rojên buhurî ji ber derbeyên artêşê dîtine, bicebirîne.
Rojnama sûrî ya El-Wetenê ji zarê çavkaniyeka meydanî raghand: Komên terorîstî tevî ku bi cureyên çek û sîlehên ku ji Tirkiyê istandine, pergal bûne lê li hember hêzên artêşa Sûriyê tab neanîn ji ber ku artêşa Sûriyê li mêhwera Tewîl Helîbê li Rîfa rojhilata Idlibê bi agirê giran ên topxaneyî bi wan re ketin pevçneka giran ku li encama wê hejmarek ji terorîstan hatin kuştin û çek û sîlehên wan hatin îmhakirin.
Yekînên artêşê li başûr û rojhilata parêzgeha Idlibê bi topxanên giran navçên bicihbûna terorîstan li mêhwerên curbicur ên vê navçê têk birin û hejmarek ji wan birîndar kirin. Ji hêla din va bi baştir bûna rewşa hewayê, balefirên cengê yên artêşa Sûriyê meqerên bereya El-Nusreyê û hevpeymanên wê ji nav komên terorîstî yên din li Dêr El-Xerbî,Telmenis, bajarê Mere El-Nemanê, Mereşorînê, derdora Xedefê, Merdibsê, Xan Sebelê û Mentefê li Cebel Zawiyê bombebaran kirin ku li encama wê hejmarek ji meqerên bereya El-Nusreyê hatin kavilkirin û terorîstên ku li wir xwe veşartibûn hatin kuştin an birîndar bûn û kelûmelên wan jî hatin têk birin.
Bereya El-Nusre bi îstifada xirab ji rewşa av û hewayê û barîna baranê dest bi xurtkirina refên komên terorîstî yên xwe kiriye û bi hemî hêza xwe meqerên artêşê li parzêgeha Idlibê dane ber êrişan lê yekînên leşkirî yên artêşa Sûriyê xisarên giran ên canî û çek û sîlehî li wan xistin.