Îstixbarata Tirkiyê û grûpên çekdar 17 Kurd li Efrînê girtin û revandin
Dezgehên ewlekariyê yên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ligel Îstixbarata Tirkiyê 17 welatiyên Kurd ji çend deverên Efrînê girtine û revandine.
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, roja 26ê vê mehê, Asayişa Siyasî ya Efrînê ligel Îstixbareta Tirkiyê Endezyar Welîd Hesen ku xelkê gundê Mamiloyê ye û karmendê saziyeke encûmena xwecihî ya Efrînê ye revandine.
Roja 29ê mehê jî, 2 endezyar bi navê Hemîd Mûsa û Zekwan Hesen û karmendeke jin bi navê Bangîna ji Efrînê hatine revandin.
Li Nahiyeya Şiyê jî, Grûpa çekdar a bi navê el-Weqas avêtine ser gundê Anqelê û 10 ciwan girtine û daxwaza 10 hezar dolar ji bo azadkirina her yekî ji wan dike.
Li nahiyeya Şera jî, polîsên sivîl, roja 27ê vê mehê, welatî Hisên Nûrî Hidik girtine û roja 29ê mehê diya wî û hevjîna wî jî girtine.
Ji dema dagîrbûna Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û terorîstên ser bi wê revandina xelkê û şikencekirina wan û standina bacê ji bo berdana wan û dizîn û talankirina mal û heyiyên xelkê Efrînê û gund û bajarokên wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê bûye karekî normal û her rojî.