Îlham Ehmed: Welatên Ereb helwesta xwe li hember bakûra Sûriyê diguherin
Seroka Desteya Kargêr a MSDê, Îlham Ehmedê ragihand, pêwendiyên welatên Ereb bi Rêveberiya Xweser re baş bûne û di rojên pêş de yê guhertin di helwestên wan welatan de çêbibe.
lham Ehmedê amaje bi danûstandinên MSD û Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Sûriyê re kir û got, niha ti danûstandin bi hikûmeta Şamê re nîne, lê diqewime di dema bê de danûstandin werin kirin. Wê rayedara MSDê tekez kir, ew ji bo danûstaninan amade ne.
Îlham Ehmed herwiha eşkere kir ku niha lihevkirineke leşkerî di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de heye û bi gotina wê, ew lihevkirin derbarê belavbûna hêzên artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê re ye.
Wê pêgirî ser vê yekê jî kir ku ti danûstanin an lihevkirinek siyasî bi Şamê re nehatîye kirin.
Seroka Desteya Kargêr a MSDê destnîşan kir, Tirkiye ne tenê xeterê li ser Kurdistana Sûrîyê û Sûriyê xwe çê dike, belkî Tirkiyê niha berê xwe daye Lîbyayê jî û diyar kir, Tirkiye ji bo hemû welatên herêmê xeter .