Welîd Muelim: Danûstandinên Sûriyê û YPGê hatin rawestandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311702-welîd_muelim_danûstandinên_sûriyê_û_ypgê_hatin_rawestandin
Wezîrê Derve yê Sûriyê, Welîd Muelim ragihand, rêkeftina Soçî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de rastî şikestinê hatiye û niha yekane riya çareseriyê rêbaza leşkerî ye. Welîd Muelim herwiha got: Ji ber ku siyaseteke sîstematîk a cêgir li cem Kurdan nîne, danûstandinên Şamê bi Kurdan û YPGê re hatin rawestandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 29, 2019 10:28 Asia/Tehran
  • Welîd Muelim: Danûstandinên Sûriyê û YPGê hatin rawestandin

Wezîrê Derve yê Sûriyê, Welîd Muelim ragihand, rêkeftina Soçî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de rastî şikestinê hatiye û niha yekane riya çareseriyê rêbaza leşkerî ye. Welîd Muelim herwiha got: Ji ber ku siyaseteke sîstematîk a cêgir li cem Kurdan nîne, danûstandinên Şamê bi Kurdan û YPGê re hatin rawestandin.

Derbarê pêwendiyên navbera Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser a kurdên vî welatî de, Weîzrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di hevpeyvînekê de ji kanala RT a Rûsî re ragihandiye ku Serokê Ofîsa Asayişa Niştimanî ya Sûriyê, lîwa Elî Memlûk heyamek berî niha, ji bo dîtina rewşê û rêkarên leşkerî û ewlehî li navçeyê serdana bajarê Qamişloyê kir.

Bi gotina Muelim, danûstandinên Elî Memlûk ligel Kurdan negihîştin rehendeke siyasî, ew jî bi sedema necîgiriya pêwendiyên Kurd û Amerîkiyan, ku carekê dest ji Kurdan berdidin û careke din tekez dikin ku dest ji wan bernadin, lewma danûstandin hatin qutkirin.

Muelim got: Siyaseteke sîstematîk a cîgir li cem Kurdan nîne ku bibêjin em beşek in ji Sûriyê û em dixwazin vegerin himbêza vî welatî.

Wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha amaje bi rewşa Idlibê û rêkeftina Soçî ya di vê bareyê kir û ragihand, rêkeftina Soçî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de ji bo navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê rastî şikestinê hat, çimku bi gotina wî Enqere pabendî rêkeftinê nebûye û tekez dike, çareserî tenê rêbaza serbazî ye.

Welîd el-Muielim da zanîn, ku wî çend caran li gel rayedarên Tirkiyê hevdîtin pêk anîne, lê ew hevdîtin bê encm bûne. Muelim got: Pêştir hejmarek civîn di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hatine encamdan, lê belê ti encamek ji wan civînan derneketiye û pêwîst e ew civîn di ber çavan re bên derbaskirin.

Bi gotina Muelim, encamdana civîn li gel Tirkiyê ji Sûriyê re ne giring e, tenê wê demê giring e ku me bigihîne encamek wisa ku dawî li dagîrketiya Tikriyê li ser axa Sûriyê bîne. Wî herwiha aşkere kir, armanca serekî ya Şamê rizgarkirina bihosta dawiyê ya axa Sûriyê ye.

El-Muielim ragihand, ew tişta ku Tirkiye li Rojhilatê Ferat dike, qirkirineke netewî ye û got, ku hikûmeta Sûriyê dê hemû axa welat kontrol bike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha got, ku niha bi tenê bijardeya serbazî li Idlibê maye, ji ber ku Tirkiyê nikarîbû, xalên rêkeftina Soçî cîbicî bike.