Neyarî û dijberî di nav Opozisyona Sûrî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311701-neyarî_û_dijberî_di_nav_opozisyona_sûrî
Serokê Desteya Danûstandinan ê Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî li Stenbolê bi rêya daxuyaniyekê bertek nîşanî civîna opozîsyona Suriyê ya li Rîyazê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 29, 2019 09:26 Asia/Tehran
  • Neyarî û dijberî di nav Opozisyona Sûrî

Serokê Desteya Danûstandinan ê Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî li Stenbolê bi rêya daxuyaniyekê bertek nîşanî civîna opozîsyona Suriyê ya li Rîyazê da.

Serokê Desteya Danûstandinan ê Opozisyona Sûriyê li Stenbolê ragihand, Erebîstana Siûdî hewl dide aliyek din ê sîyasî di nav opozîsyonê Suriyê de çêbike. Herîrî di vê daxuyaniyê de herwiha ragihand ew encamên ku ji vê civînê derbikevin qebûl nakin.

Eva çend roj in li Riyazê civînek bi taybet bi kesayetiyên serbixwe yên Opozisyonê re tê kirin. Ev yek ligel Itilafa Niştimanî dilgiranî peyda kiriye ku Erebistana Siûdî dixwaze bandora Tirkiye li ser Opozisyonê bişkîne.

Herçend Serokê Desteya Danûstandinan ê Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî diyar kir ku ew encamên civîna Riyazê bi fermî nasnakin, lê tê çaverêkirin, bandora Civîna Riyazê liser Opozisyonê hebe û eva bibe sedema duberikî û nakokiyê navbera Opozisiyona sûrî.