Beşar Ceferî ber bi ewropiyan: Terorîstên xwe ji Sûriyê vegerînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311687-beşar_ceferî_ber_bi_ewropiyan_terorîstên_xwe_ji_sûriyê_vegerînin
Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Ceferî duh rexneyên tund li dewletên Tirkiye û Qeterê girt ji ber ku piştgiriya terorîstên koma Bereya El-Nusre dikin û ji welatên ewropî jî xwest ku terorîstên xwe ji Sûriyê vegerînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 29, 2019 05:03 Asia/Tehran
  • Beşar Ceferî ber bi ewropiyan: Terorîstên xwe  ji Sûriyê vegerînin

Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Ceferî duh rexneyên tund li dewletên Tirkiye û Qeterê girt ji ber ku piştgiriya terorîstên koma Bereya El-Nusre dikin û ji welatên ewropî jî xwest ku terorîstên xwe ji Sûriyê vegerînin.

Li gor Al-Alamê, Ceferî li rûniştina Civata Giştî ya NY ya derbarê bûdceya giştî ya 2020 a vê Rêxistinê de got: Welatên piştgirên terorîsmê hertim boxtanan li dijî Sûriyê têxin rojevê û bi van boxtanên xwe hewl didin ji NY bi nerewatî îstifade bikin.

 Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî herwiha got: NY ji dema ku ava bûye heya vê demê di çarçova berjiwendiyên welatên hêzxurt de gav avêtine.

Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa berfire ya komên terorîst ku welatên rojavayî yên wekî Amerîka û Brîtanyayê û hevgirtiyên wan ên navçê yên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeterê piştgiriya wan dikirin despê bû, lê belê aqubet piştî heşt salan  Hikûmeta Sûriyê bi alikariya rawêjkarên leşkerî yên Îranê û hevkariya leşkerî ya Rûsyayê karî terorîstan têk bidin û axa Sûriyê ji bin destê wan derxin.