Opêrasyona Artêşa Sûrîyê li Idlibê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311674-opêrasyona_artêşa_sûrîyê_li_idlibê_didome
Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona xwe li derdorên başûr û başûra rojhilata Idlibê de zêde ji 50 gund ji lepên têrorîstan azad kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2019 12:14 Asia/Tehran
  • Opêrasyona Artêşa Sûrîyê li Idlibê didome

Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona xwe li derdorên başûr û başûra rojhilata Idlibê de zêde ji 50 gund ji lepên têrorîstan azad kirin.

Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona xwe li derdorên başûr û başûra rojhilata Idlibê de zêde ji 50 gund, herêm û zevî bi beratî û panatîya 350 kîlomêtrên çarkunc ji lepên têrorîstan azad kirine.

Artêşa Sûrîyê herwiha çeperên xwe li hemî mêhwerên şêrr ji Xan Şêyxûnê li rojhilatê bigire heta Cercenazê û li rojava heta Hilbanê xurt kirine.

Hêzên Artêşa Sûrîyê herwiha xwe jibo pêrasyona azadkirina gund û deverên nêzîkî otobana navnetewî ya Şam-Helebê û derdora Meire Nuimanê amade dikin û hin çeperên têrorîstan li kûratîya deverên di bin dagirkerîya wan de li Cebel ul Zavîyê û derdora Seraqibê kirin armanc ku di encamê de bi dehan têrorîst hatin kuştinê.