Tirkiyê bingehên YPGyê li Helebê topbaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311652-tirkiyê_bingehên_ypgyê_li_helebê_topbaran_kirin
Artêşa Tirkiyê bingehên Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) li bakurê gundewarê Helebê topbaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2019 13:00 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bingehên YPGyê li Helebê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê bingehên Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) li bakurê gundewarê Helebê topbaran kirin.

Navenda Mafên Mirov a Sûrîyê ragihand: Duh şervanên YPG li rojavayê bajarokê Eizazê êrîşî nuqteyê opozosyona Sûriyê kirin.

Artêşa Tirkiyê jî wek bersiv dest bi topbarankirina bingehên YPG li Mirinaz û Firokexaneya serbazî ya Minixê kir û zîyanên  wan êrîşan tenê madî bûn.

Ligorî rapora Navenda Mafên Mirov a Sûrîyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar gundên Xaldîye û Erîda yên gundewarê Eynîsayê jî topbaran kirin .