DAIŞ'ê li Dêrazorê êrîşî HSD kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311642-daiŞ'ê_li_dêrazorê_êrîşî_hsd_kir
Di encama êrîşeke têrorîstên DAIŞ'ê de li gundewarên Dêrazorê, 3 şervanên HSD canê xwe jidest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2019 06:16 Asia/Tehran
  • DAIŞ'ê li Dêrazorê êrîşî HSD kir

Di encama êrîşeke têrorîstên DAIŞ'ê de li gundewarên Dêrazorê, 3 şervanên HSD canê xwe jidest dan.

Navenda Mafên Mirovan a Sûrîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku şaneyên nivistî yên DAIŞê êrîşî otombêleke Hêzên Sûriya Demokrat li gundê Şhabat yê nêzîkî bajarokê Ebûxeşeb ê Dêrazorê kirin û di encamê de, herîkêm 3 şervanên HSD canê xwe jidest dan.

Herwiha li nêzîkî bajarokê Zîban ê Dêrazorê, 2 çekdaran ku li matorekî siwar bibûn, nuqteyeke HSD dan ber gulleyan. Di encamê de şer di navbeyna her dû aliyan de çêbû, çekdarek û jinek ku nêzîkî cihê bûyerê bûn, birîndar bûn.

Ligor hin pisporan êrîşên Tirkiye hemberî ser deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê bûn derfetek jibo DAIŞ'ê ku xwe vejîne û liv û tevgerên xwe jî zêde bik.